Li Laheyê Elmanya û Tirkiye hatin protestokirin

Li bajarê Lahey ê Hollanda, girtinên Kurd ên li Elmanyayê û qetlîamên Tirkiyeyê hatin protestokirin.

Li bajarê Lahey ê Hollandayê bi armanca daxwaza azadiya girtiyên Kurd ên li Elmanayayê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de ku bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin, ji Dan Haang, Amserdam, Roterdamê jî  gel beşdar bû.

Di çalakiyê de ku li pêşiya Sefaretxaneya Elmanyayê bi beşdariya dostên Kurdan jî hate lidarxistin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de ku Elmanya û Tirkiye jî hatin protestokirin, Hûseyîn Dersîm axivî. Dersîm, piştgiriya Elmanya ya ji bo qetlîamên Qesr/AKP’ê şermezar kir û wiha got: “Di qetlîamên dewleta Tirk de ku salên 1990’î bi wesayîtên zirxî û êrîşan li ser gelê Kurd didan meşandin jî Elmanyayê dîsa piştgirî dikir.”

...