Li Kopenhagê konê ‘Ji Ocalan re azadî’ hate vedan

Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon hate lidarxistin.

Çalakiya ku di pêşengtiya Meclîsa Jinê ya Sêvê de hate lidarxistin, bi sirûda “Hebûna Rêbertî xwebûna me ye, bê Serok jiyan nabe” , îro li Qada Gammeltorvê saet 16:00 heta 19:00’an bi armaca şikandina tecrîda girankirî ya li Îmralî û azadiya fîzîkî ya Ocalan çalakiya kon hate lidarxistin.

Kurdistaniyên ku konê azadiyê vedane, belavokên ku wêneyê Ocalan bi rengên kesk, sor û zer hatî xemilandin, tecrîd û bûyerên dawî yên li Kurdistanê qewimî li xwe digire, belav kirin.