Li Kopenhag kampanyaya ‘Ti jî destê xwe dirêjî Kobanê bike’
Li Kopenhag kampanyaya ‘Ti jî destê xwe dirêjî Kobanê bike’
Li Kopenhag kampanyaya ‘Ti jî destê xwe dirêjî Kobanê bike’
Komeleya Jinan a Kurd a li Danîmarka li semta Amager a Kopenhag ji bo Kobanê bernameyeke piştevaniyê li dar xist.
Di aktîvîteya ku li Amager pêk hat û bi dehan kes jinên Kurd beşdar bûn, der barê alîkariyên Komeleya Jinan a Kurd û Heyva Sor a Kurdistanê de sînevîzyonek hat temaşekirin.
Di çalakiyê de standek hat vekirin, xwarin û rengên Kurdî hatin pêşandan.
Rayedarên Komeleya Jinan a Kurd diyar kirin ku wê tevayî alîkariyên ji kampanyayê kom bikin ji Kurdên Kobanê re bişînin.
Komeleya Jinan a Kurd a Danîmarka sibe û îro jî wê beşdarî civîna Rêxistina Ciwanan a Çepgir a Danîmarka) SUF bibe, der barê cihê jinê yê di nav Têkoşîna Azadiya Kurd de axaftinan bikin.
Wê komeleya Jinan a Kurd her wiha têkildarî mijara wê gelê Danîmaraka çawa alîkariyê bide Kurdan saetekê Workshop bikin.