Li Kopenhag ji bo Cizîrê meş û mîtîng

Li Kopenhag berxwedana Cizîrê hat silavkirin û êrîşên AKP’ê hatin protestokirin.

Li Kopenhag berxwedana Cizîrê hat silavkirin û êrîşên AKP’ê hatin protestokirin.

Bi armanca lanetkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hember gelê Kurd û silavkirina berxwedana Cizîrê Kurdistanî û dostên wan ên li Danîmarkayê saet 13.00’an di pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Danîmarkayê de li Kopenhag meşek organîzekirin.

Kurdistanî û Tirkiyeyî ji Vesterbros Torv heta Renbueplads meşiyan. Meş bi axaftinên li Renbueplads û stranên berxwedanê bi dawî bû.

Li Renbueplads piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Danîmarka, FEY-KURD axaftineke ku êrîşên nîjadperest AKP’ê û zîhniyeta wê tên şermezarkirin hatin kirin. Her wiha berxwedana Cizîrê jî hat silavkirin.

Di mîtîngê de endamê Meclîsa Partiya Sosyal Demokrat Lars Aslan Rasmussen, yek ji nûnerên PYD’ê yê Danîmarka Îbîş Taş, nûnerê YNK’ê yê Danîmarka, Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Zelîha Tîtrek,  berpirsiyarê karên derve Partiya Yekîtiya Sor a Kesk Nîkolaj Villumsen axivîn. Axaftvanan êrîşên AKP’ê şermezar kirin û berxwedana Cizîrê silav kirin.

Mîtîng bi stranên berxwedanê yên Kek Îbîş,  Fîgen û Nevzat Tuncun bi dawî bûn.

...