Li Kopenhag’ê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîroz kirin

Li Kopenhag’ê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîroz kirin

Kurdistaniyên ku li paytexta Danimarkayê Kopenghag’ê dijîn 35. Salvegera demezrandina PKK’ê bi şahiyekî ku bi şev pêk anîn pîroz kirin.

Şeva pîrozbahiyê ku li bajarê Albertslund yê girêdayî Kopenhag’ê li darxistin bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên ku di tekoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dayîn destpê kirin.

Di şevê de Fixan, Şivan Can, Ehsan Xalikan, Sosin, Bengî Agirî, Peywan Arjîn û dîno stran gotin. Di axaftinên ku di şevê de hatin kirin 35. Salvegera damezrandina PKK’ê bi destkeftiyên kurdan re hate pêşwazî kirin. Di axaftinan de şoreşa Rojava jî hat silav kirin û wiha hat got: “Gelê Kurd di sala 36. de dixwaze ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigehe azadiya xwe.”

Li ser navê însiyatîfa nûnertiya piştgiriya 11 Kurdên ku di doza Roj Tv de hatine binçav kirin Annete Mork axivî û nêzikatiya Danimarka û dewletên Ewropa a ji bo tekoşîna gelê Kurd rexne kir.

Di şevê de ku Alikarê Serokê Şaredariya Gladsakse Serdar Benlî axivî, ji nûnerên Forum Kurd a Danîmarka Nikolaj Willomsen, Lillen Simonsen û Christian Juhl û ji partiya Sosyalîst a Gel Pernille Fram û ji Listeya Yeketî Enhedslisten Pernille Skipper ku di navde amade bûn hejmarekî mezin siyasetvanên Danîmarki peyam şandin.

Di şevê de peyama YJA Star jî hat xwendin. Di şeva ku ji bo Rojava kampanya alikariyê hate amade kirin bi girtina govend, tîlîliyan û dirûşmeyan bi dawî bû.