Li Kopê du kes hatin girtin

Li Kopê du kes hatin girtin

Li Kopê ji 4 welatiyên hatibûn binçavkirin 2 jê hatin girtin.

Li navçeya Kopê ya Mûşê 4 welatiyên bi navê Sadik Çakir (30), Zafer Aydemîr (18), C.D û D.T di encama serdagirtina malan de hatibûn binçavkirin. Welatiyên binçavkirî derxistin dozgeriyê. Piştî ku îfadeya wan li dozgeriyê hat girtin C.D. û Aydemîr serbest hatin berdan û D.T. û Çakir bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgeh bi îdîaya ku D.T. û Çakir "endamên rêxistinê ne" biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.