Li Kolnê meşa şermezarkirina komkujiya Şengal û AKP’ê

Yekemîn salvegera Komkujiya Şengalê li bajarê Koln ê Elmanyayê bi meşekê hat şermezarkirin.

Yekemîn salvegera Komkujiya Şengalê li bajarê Koln ê Elmanyayê bi meşekê hat şermezarkirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn yekemîn salvegera Komkujiya Şengalê şermezar kirin. Li bajarê Koln ê Elmanyê bi armanca şermezarkirina Komkujiya Şengalê û polîtîkayên şer ên AKP’ê meşek hat lidarxistin.

Meşa saet 15:00’an li ber Dêra Dom destpê kir, di çarçoveya kampanyaya TJK-E di pêşengiya Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê de hat lidarxistin. 500 kes tevlî meşê bûn.

Girseya heta Heumarkt meşiya çalakiya xwe bi mîtîngekê bi dawî kirin.