Ji aliyê Kovara Alinterî li Zanîngeha Kolnê bi sernivîsa “Dengeyên li Rojhilata Navîn û Tirkiye” panelek hate lidarxistin.
Di panela Gulay Nacer moderatoriya wê kir de weke qiseker Parlemeterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Rojnamevan Celal Başlangiç û Nûnerê Alinterî Selîm Açan beşdar bûn.
Di beşa yekem de, pêkanînên AKP’ê yên di ‘Pêvajoya Aştiyê’ de, xurtbûna HDP’ê û Şoreşa Rojava hatin gotûbêjkirin. Di beşa duyemîn de jî pirsên beşdarvanan hatin girtin û referandûm hate nirxandin.
SARIYILDIZ, BÛYERÊN LI CIZÎRÊ QEWIMÎN VEGOT
Parlementerê HDP’ê Sariyildiz bal kişand ser qetlîamên li Cizîrê qewimîn, îşaret bi sûcê şer ên dewleta faşîst a Tirk da û wiha pê de çû:
“Derya Koç hevseroka Darayî ya HDP’ê bû. Ji beriya dorpêç û êrîşên li ser Cizîrê pêk werin roje yan du roj berê wê ku piraniya wan xwendekarên zanîngehê, komek ji rojnamevan û hunermed aktivîst weke mertalên zindî hatibûn Cizîrê. Li gel hevalên xwe di jêrzemîna wehşetê ya 3’emîn de bûn. Bi rêya telefonê li min geriya û got; ‘Wekîl Faysal, em li vir nêzî 50 kes in, ji van jî 20 birîndar in, beriya niha li ser wan benzîn rijandin, niha denêgê wan tê bihîstin. Piştî wan jî wê dor bê me û me jî bişewitîne.’” Sariyildiz diyar kir ku dema daxivî di navbera me û wan de 100-150 metre hebû, dû bilind dibû. Wê demê min xwest ku vî dengî her kes bibihîse. Ji ber ku ew êrîş ne tenê li ser wan ciwanan dihate kirin, li dijî hemû mirovahiyê dihate kirin.
Sariyildiz bal kişand ser êrîşên li Tirkiye û Kurdistanê tên kirin dişibînin demê Hîtler û Mûssolînî.
‘BERXWEDAN SERKEFTINÊ TÎNE’
Sarildiz ê ku Şoreşa Rojava ya ku li ser pradîgmeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi ser ket silav kir, li bermamer berdêlên mezin serkeftinên mezin hate bidestxistin.
Sariyildiz diyar kir ku piştî serkeftinên Kurdan dewletê berê xwe da HDP’ê û dawî li ‘Pêvajoya Aştiyê’anî.
Sariyildiz wiha got: “Di demên aştiyê de, beşên civakî yên li ber xwe didin bi hêz dibin. Vê dîtin û li dijî me şar dan destpêkirin.”
BAŞLANGIÇ: KURDAN PÊŞIYA ERDOGAN GIRT
Nivîskar- Rojnamevan Celal Başlangiç jî li ser pêvajo û hizra Erdgoan a bûna Îderê Rojhilata Navîn nirxandin kir û got: “Li gel hevkariya DYA’yê, wê lîderekî Rojhilata Navîn, Osmaniyekî nû li ser bingeha Birayên Misilman ên li Rojhilata Navîn derbiketiba. Erdogan ya ku hesab nekiribû Kurd bû. Dema ku ber bi Sûriyeyê ve çû Kurdan pêşiya wî girt.
‘NE XENDEK, ENCAM’
Başlangiç diyar kir ku Erdogan di bin navê şerê DAIŞ’ê kirinê hewldana wî ew bû ku destkeftî û statuya Kurdan a li Rojava bi dest xistî ji desta bigre.
Başlangiç êrîşên dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê bibîr xist, diyar kir ku ne xendek ya girîng encam e û got: “Ji ber ku amadekariyê vî şerî li MGK’ê hate amadekirin.”
Têkildarî pêvajoya referandûmê jî Başlangiç wiha got: “Ji bo referandûmê rê li ber dîtinekî nû ya ‘Erdogan bi dize û serkeftinên nû bi dest bixe ye’. Êdî weke 1’ê Mijdarê karê wan wê ne hesan be.”
AÇAN: EGER KU ‘ERÊ’ DERKEVE WÊ ÊRÎŞ HÊ ZÊDETIR BIBIN
Nûnerê Alinterî Selîm Açan jî bal kişand ser Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd a ji bo gelên din bûye hêvî; bandor li çar parçeyan kiriye, weke modela demokratîk hemû nasname û enternasyonalîstan li nava xwedigre. Açan got: “Hê gelek tişt mane ku Hêzên Şoreşger ji Rojavayê fêr bibin.”
Açan destnîşan kir ku eger di referandûmê de ‘Erê’ derbikeve, wê êrîşên deweltê qat bi qat zêdetir û dijwartir bibe û wiha anî ziman :”Eger ‘NA’ derbikeve wê weke bendekî aştiyê pêşiya şer û şidetê bigire.”
Açan wiha got: “Ev cara yekem e ku AKP’ peyameke giştî dide civakê, dişta ku dixwaze bike jî nabêje, ten dixwaze li ser tirsê bi rê ve bibe.” Açan destnîşan kir ku her cara Erdogan devê xwe veke ‘NA’ hê xurtir bilind dibe. Heta niha di anketan de ‘NA’ li pêş e.