Li Kolnê çalakiya ji bo Ocalan
Li bajarê Koln ê Elmanyayê, ji bo parêzer û malbat tavilê biçin dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê, ji bo parêzer û malbat tavilê biçin dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan, gelek jin li ber dêra Domê li hev civiyan û xwestin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.
Di çalakiyê de dewleta Tirk hate şermezarkirin û gelek belavok hatin belvakirin. Çalakgeran bi dirûşman daxwaza azadiya Ocalan kirin.
Di çalakiyê de, ji bo çalakiyên rojên În û Şemiyê yên bi pêşengiya FEDA û TEV-ÇAND'ê werin lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin.