Li Kolnê bi hezaran kes li dijî faşîzma AKP û DAIŞ'ê dimeşin
Li bajarê Elmanya Kolnê bi hezaran kes bi dirûşmeya "Rê ji faşîzma AKP-DAIŞ'ê re nîne" û "Ji şer re na" meşiyan.
Li bajarê Elmanya Kolnê bi hezaran kes bi dirûşmeya "Rê ji faşîzma AKP-DAIŞ'ê re nîne" û "Ji şer re na" meşiyan.
Li bajarê Elmanya Kolnê bi hezaran kes bi dirûşmeya "Rê ji faşîzma AKP-DAIŞ'ê re nîne" û "Ji şer re na" meşiyan.
Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, operasyonên qirkirina siyasî û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê, Kurdistanî danê sibehê li Ebertplatzê civiyan.
FEDA, MLKP, ADHK, PYD, MLPD, Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî, AGîF, NAV-DEM û gelek rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û sendîka yên Elman, beşdarî çaakiyê bûn.
Girseya gel a posterên Rêberê Gelê Kurd abdullah Ocalan, alên YPG, PYD û TJKE hilda, dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Serok Apo" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" qîriya û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku komkujiyan şermezar bike.
ERDOGAN: TU YÊ BI DILREHETÎ NIKARIBE LI SER WÊ KURSIYÊ RÛNÊ!
Di axaftinên li çalakiyê de bang li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hat kirin û hat gotin, "Heta ku em hebin tu yê nikaribe bi dilrehetî li ser wê kursiyê rûnê. Ji bo pirsîna hesabê zarokên me, em ê dest ji te bernedin. Em ê hesab ji te bipirsin."
Di çalakiyê de helwesta hikûmeta AKP'ê ya ku cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê bi rojan li ser sînor sekinand, hat şermezarkirin.
Çalakî wê li Heumarktê veguhere mîtîngê û Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî wê axaftinekê bike.