Girseya gel a li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd daket kolanan, bi yekdengî dirûşma "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" qîriya, berxwedana gelê Cizîrê silav kir û lenet li hikûmeta AKP'ê anî.
ANF
KOLN
yekşem, 13 rezberê 2015, 11:52
Girseya gel a li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd daket kolanan, bi yekdengî dirûşma "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" qîriya, berxwedana gelê Cizîrê silav kir û lenet li hikûmeta AKP'ê anî.
Girseya gel a saet di 14:00 de li Meydana Ebertplatzê civiya, saet di 15:00 de bi wêneyê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest bi meşê kir. Girseya gel dema di kolana Eigelstein a esnafên Kurd û Tirk lê gelek in derbas bû dirûşmên "Bijî Berxwedana Cizîrê", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" û "Kujer Erdogan" qîriya.
Li dû meşa saetekê girse gihaşt Meydana Dêra Domê û li vir bi zimanê Elmanî dirûşma "Kujerê zarokan Erdogan" qîriya.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk li Kolnê Îmam Can li vir peyivî û bi silavkirina berxwedana Cizîrê dest bi axaftina xwe kir. Can rexneyên tund li Serokkomar Erdogan kir û got, "Dewleta Tirk û AKP'ê 9 rojan bi çekên giran teror li Cizîrê meşand û xwest vîna gel bişikîne. Lê belê van çeteyên faşîst hînê fêm nekirni ku çeka herî xurt hêza gel e."
Can da xuyakirin ku gel û gerîla ti carî teslîm nabin û got, "AKP hînê tola hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji Kurdan hiltîne. Lê belê wê di 1'ê Mijdarê de şoqa herî mezin a jiyana xwe bibînin."