Li Koln, Wiesbaden, Den Haag û Osloyê çalakiyên Kobanê

Li Koln, Wiesbaden, Den Haag û Osloyê çalakiyên Kobanê

Jinên Kurd ên ku bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, îro li bajarê Elmanyayê Kolnê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, li ber avahiya şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Elmanya Wiesbaden û çalakiya li bajarê Hollanda Den Haagê di roja duyemîn de berdewam dikin. Kurdan li Norwecê li ber balyozxaneya Tirk a li paytext Osloyê çalakiya protestoyi li dar xistin.

KOLN: Kurdên li Eyaleta NRW ya Elmanyayê dijîn, ji bo xwedî li berxwedana li Kobanê derkevin li bajarê Kolnê dest bi greva birçîbûnê kirin. Komê bi daxuyaniyeke çapemeniyê grev ragihand û bang li raya giştî ya navneteweyî kir, ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke aktîf bimeşîne. Çalakgeran ji hêzên navneteweyî jî xwestin ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bi lezgînî tedbîran werbigirin.

Li vir jinên Kurd çûn serdana DIE Linke (Partiya Çep)û Yekitiya Keskan rayedarên partiyan. Jinên Kurd çûn serdana Hevserokê Partiya Çep a Kolnê Michael Weisentein û Hemdiye Akbayir, ji partiya Keskan jî endamên bi eslê xwe Kurd Firat Yurtsever û Bêrîvan Aymaz.

Jinan, dan zanîn ku ew dixwazin bûyerên li Kobanê diqewimin rabigihînin û daxwaz ji Elmanyayê dikin ku dest ji bêdengiya xwe ya li hemberî Kurdan berde.

Rayedarên Partiyan dan zanîn ku ew dê  di civînên meclîsa partiyê de van daxwazan bînin rojevê û ragihandin ku ew rewşa Kobanê ji nêzîk ve dişopînin. Hevserokê Partiya Çep a Kolnê Michael Weisentein bal kişand ser êrîşên li ser Kobanê û da zanîn ku Kobanê têkoşîna ji bo mirovahiyê tê meşandin.

Jinên Kurd piştre vegeriyan ber Dêra Domê ya ku çalakiya greva birçîbûnê têde berdewam dike. Jinên Kurd li navenda bajêr bi êlekên greva birçîbûnê ve geriyan û drebarê êrîşên li ser Kobanê de agahî dan raya giştî.

LI WIESBADENÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ

WIESBADEN: Çalakiya greva birçîbûnê ya ku roja duşemê li bajarê Elmanya Wiesbadenê dest pê kir, îro jî berdewam kir. Çalakî ji aliyê Navendên Civaka Kurd a Demokratîk ên li Frankfurt, Saarbrücken, Ludwigshafen, Darmstadt, Giessen, Nürnbeng ve tê organîzekirin. Îro jî, di çarçoveya çalakiya greva birçîbûnê de, li ber Wezareta Navxweyi ya Eyaleta Hessenê ya ku li bajarê Wiesbadenê ye, mitîngek hate lidarxistin. Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM) Bahattîn Dogan axaftine kir û berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê silav kir.

Dogan got: “Divê her kes bi awayeke xurt tevlî bi taybet çalakiyên greva birçîbûnê yên li ber parlemento û cihên din hatine destpêkirin, bibin.  Divê êdî hukûmeta Elmanya tişta dikeve ser milê wê pêk bîne"

Berdevka Meclîsa Jinan a Amarayê Rûken Karakoç jî got: “Roj roja xwedîderketina li rûmetê ye” û diyar kir ku Kobanê rûmeta gelê Kurd e. Karakoç bang li her kesî kir ku tevlî berxwedanê bibe.

Li ser navê Koma Berxwedan, Xelîl Xemgîn axaftinek kir û nerazîbûn nîşanî bêdengiya welatên rojava da û bang li her kesî kir ku tişta dikeve ser milê wan pêk bînin. Ji organîzatorên çalakiyê Dîlan Şahîn jî bang li her kesî kir ku bi awayeke xurt tevlî çalakiyê bibin.

LI DEN HAAGÊ ÇALAKIYA KON

DEN HAAG: Kurdistaniyên bajarê Hollanda Den Haagê, li ber avahiya Şaredariya Den Haagê, ji roja duşemê ve kon vedan û çalakî pêk tînin. Çalakî îro jî berdewam kir. Çalakiya Kurdan a bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE) pêk tê, dê roja pênçşemê saet di navbera 12.00 û 17.00 de û roja înê jî saet di nabera 14.00 û 19.00 de berdewam bike.  Di çalakiyê de, wehşeta çeteyên DAIŞ’ê tê şermezarkirin û belavokên derbarê Kobanê de tên belavkirin. Bi qasî 100 kesan tevlî çalakiyê bûne.

LI OSLOYÊ PROTESTO

OSLO: Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê yên ji partiyên cûda yên Kurd, îro saet di 15.00 de li ber balyozxaneya Tirk a li paytexta Norwec Osloyê, li hev kom bûn. Her wiha Berpirsê Têkiliyan ê Partiya Sor a Norwecê Arnjolt Ask jî piştgirî da çalakiya Kurdan li ber balyozxaneya Tirk

Di çalakiyê de, dewleta Tirk ji ber desteka dide DAIŞ’ê û êrîşên wê yên navçeya Pirsûsê li dijî Kurdan pêk anî hate şermezarkirin û dirûşimên wek “Terorîst Tirkiye”, “Tirkiye bicehinime ji Kobanê”, “Bijî YPG”, “Bijî Pêşmerge” û “Bijî Gerîla” qêriyan. Di çalakiyê de pankarta “Stop ISIS” (DAIŞ rawestînin) vekirin.

Polîsên Norwecî li ber balyozxaneya Tirk tedbîrên ewlehiyê girtin û nehiştin çalakger nêzî balyozxaneyê bibin. Çalakî bi qasî saetekê berdewam kir.