Li Koln û Tokyoyê ji bo Ocalan çalakî

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên li derveyî welêt didomin.

Li Kolnê ya Elmanyayê ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne bi pêşengiya KOMAW’ê çalakî hate kirin.

Çalakî li Bahnhofvorplatzê dest pê kir, Kurdistaniyên li Kolnê jî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de belavok hatin xwendin. Bi Elmanî û Kurdî dirûşm ji bo azadiya Ocalan hatin berzkirin, her wiha bang hate kirin ku sibe tevlî meşa Dusseldorfê bibin.

TOKYO

Li paytexta Japonya Tokyoyê Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan bûn.

Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û faşîzma AKP’ê hate şermezarkirin. Kurdan çalakiya rûniştinê kirin û gelek caran hate gotin, ‘’slav, slav li Îmraliyê hezar slav.’’