Li kolanên Hambûrgê şanoya 'Ji Ocalan re azadî'
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, rêze çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin destpêkirin dewam dikin.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, rêze çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin destpêkirin dewam dikin.
Çalakiyên ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve her roj li taxekê tên lidarxistin, bi nîşandana şano ya li nava kolanan, dewam kirin.
Beriya destpêkirina lîstika şano, Kurdistanî û dostên wan belavokên NAV-DEM'ê belav kirin û bi daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu' mîtîngek lidar xistin. Di axaftinên li vir de ba hat kişandin ser projeya xweseriya demokratîk a Ocalan û şert û mercên tecrîdê yên Ocalan di nav de tê ragirtin.
Piştre, tîma performansa enternasyonalîst a ji aliyê şanoger Bedîa Demîr ve hat avakirin, derket ser dikê. Lîstika bi serenavê 'Ji Rêber Apo re azadî, bes e ji komkujiyên li Kurdistanê re' hat lîstin û di şexsê Erdogan û Merkel de polîtîkaya dewletên Tirk û Elman hat kifşkirin. Mirovên li derdorê, bi baldarî li vê lîstikê temaşe kirin. Lîstika şano bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.
Çalakiyên li Hambûrgê wê di 27'ê Hezîranê de li taxa Altona, di 28'ê Hezîranê de li Wînsenê, di 29'ê Hezîranê de li Pînnebergê û di 30'ê Hezîranê de jî li ber navenda Rote Flora ya li taxa Sternschanzeyê dewam bikin.