Li Kocaeliyê herî kêm 7 kes hatin binçavkirin
Li Kocaeliyê herî kêm 7 kes hatin binçavkirin
Li Kocaeliyê herî kêm 7 kes hatin binçavkirin
Li Kocaeliyê di demjimêrên serê sibehê de polîsan di ser malan de girt û herî kêm 7 kes binçavkirin.
Li Kocaeliyê bihinceta ku piştgirî dane berxwedana Parka Gezî, îro di demjimêrên serê sibehê de polîsan di ser malan de girt û herî kêm 7 kes hatin binçavkirin.
Li Îzmîrê jî bi îdiaya ku piştgirîdane berxwedana Parka Gezî û beriya 3 rojan 15 kesên ku di serdegirtinên li Îzmîr, Stenbol, Enqere, Manîsa û Êlihê ên li ser malan û komeleyan hatibûn binçavkirin, karûbarên wan ê fermî yê li Edliyeya Îzmîrê bidawî bû. Piştî lêpirsîna dozgeriyê 2 kes serbest hatin berdan, 13 kes jî bidaxwaza girtinê veguhestin dadgehê. 13 kes bi îdiaya ku “endamên rêxistinê ne”, “zirar dane malê gel û cihên kar”, “gel tehrîk kirine”, “li hemberî polîsan rabûne” hatin girtin.