Li Kocaeliyê hejmara binçavkiriyan derket 15

Li Kocaeliyê hejmara binçavkiriyan derket 15

Li Kocaeliyê di serdegirtinên malan ên bi hinceta piştgirî dane berxwedana Parka Gezî de hejmara kesên hatine binçavkirin gihişt 15 kesan.

Serê vê sibê polîsan li Kocaeliyê bi hinceta piştgirî dane berxwedana Parka Gezî ku girtibûn ser malên xwendekarên endamên Kollektîfên Xwendekaran û Malêngel, 7 xwendekar kiribûn bin çavan. Hat ragihandin ku hejmara kesên hatine binçavkirin gihiştiye 25 kesan û di destê polîs de lîsteyeke ku navê 23 kesên li wan digerin heye.