Endamê Federasyona Ciwanên Sosyalîst ji bo bernameya bîranîna 34 Kurdên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan û komkujiyê şermezar bikin, banga tevlêbûnê kirin.
Endamê Federasyona Ciwanên Sosyalîst ji bo bernameya bîranîna 34 gundiyên Kurd yên di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskiyê ji aliyê bala-efirên şer yên artêşa Tirk ve hatin qetilkirin, li ber Tesîsa Civakî ya Kampusa Umuttepe ya Zanîngeha Kocaeliyê daxuyanî dan çapemeniyê.
Xwendekarên zanîngehê banga tevlîbûna bernameya bîranîna 28'ê kanûnê ku, di navbera 27-28'ê kanûnê de pêk bînin kir û xwest her kes tevlî bernameya bîranînê bibin. Xwendekaran di daxuyaniyê de pankarta "Ji bo Roboskiyê Edalet" vekir û dowîzên "Me Komkujiya Roboskiyê û Gurgumê ji bîr nekir û em dê ji bîr nekin", "Hûn dikarin mirovan bikujin, lê hûn nikarin qet mirovahiyê bikujin" bilind kirin.
Komê di çalakiyê de bê navber sloganên "AKP dê hesab bide" û "Hêrsa dayîkan dê qatilan bifetisîne", "Me Roboskî ji bîr nekir em dê ji bîr nekin"
Li ser navê xwendekaran Înan Soken diyar kir ku, piraniya wan hêj ciwan bûn 34 welatiyen sivîl hatin qetilkirin û dewletê îmze avêt bin komkujiyek nû. Serokwezîrê Tirk Erdogan kujer xelat kir û kujer parast. Em bang li her kesî dikin ku tevlî bernameyê bibin.
Xwendekaran pişt re stand vekirin.