Li Kocaeliyê 4 kes hatin girtin

Li Kocaeliyê 4 kes hatin girtin

Li Kocaeliyê bi hinceta ku tevlî berxwedana Parka Gezî bûne ji 18 kesên binçavkirî 4 jê hatin girtin.

Li Kocaeliyê bi hinceta ku tevlî çalakiyên Parka Gezî ya Taksîmê bûne û di encama serdegirtinên malan ên duh de 18 kes hatibûn binçavkirin 10 jê bi daxwaza girtinê veguhestin dadgeha nobedar. Piştî karûbarên fermî ên li dadgehê 6 kes hatin berdan, Yeşîm Çakmak, Çaglar Ozkan, Samet Yîgîtalp Aslan û Hazal Tokmak hatin girtin û şandin girtîgehê.