Li bajarê Kobanê navanda Xurxurî ya çand û hûnera kurdî dewreyên perwerdeya foloklor û mûzîka kurdî ji şîniyên Kobanê re dest pê kirî bû, didomîne.
Li bajarê Kobanê Navenda Xurxurê ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Kurdî (TEV- ÇAND) ve hatibû vekirin. Xebatên perwerdeyê ya stran, mûzîk û reqsên folklorî ya kurdî ji li dar dixe.
Mamosteya navendê Dicle Oso ji nûçegîhanê ANF'ê re xebatên navendê nirxand. Oso, bal kişand ser despêka ku navenda wan hate vekirin û van agahiyan da:
''Dema ne nû navend vekir kesên ku dihatin navenê pir kêm bûn, yanî mirov dikare bibêje hejmara kesên ku dihatin ji 10 kesan derbas ne dibû. Lê niha û bi taybet dema ku ciwanan xebatê me dîtin, bi dehan kes tevlî dewreyên perwerdeyên me dibin''.
Di derbarê cûreyên xebata wan de Oso destnîşan kir ku ew hemû cûreyên reqsên folklorî, muzîk û rêbazên fêrbûna wan dersan didin bi deha şagirtan.