Li Kobanê berxwedan di roja 59’ê de ye
Li Kobanê berxwedan di roja 59’ê de ye
Li Kobanê berxwedan di roja 59’ê de ye
Berxwedana şervanên YPG-YPJ’ê ya li dijî êrîşên DAIŞ’ê di roja 59’emîn de berdewam dikin. Di rûyê şervanên YPG-YPJ’ê ku li dijî çekên giran têkoşîneke bêhempa didin, di demên herî krîtîk de jî tebessum kêm nabe. Şervanên YPG-YPJ’ê bê navber bi şev û roj li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didin. Çeteyên DAIŞ’ê jî hem segvanan û hem jî bi hewanan bajar bombebaran dikin. Hinek kêliyên ji berxwedana Kobanê 59 roj e didome.
Şervanekî YPG’ê ku bi tivinga xwe ya kaleşnîkof li navenda bajar digere.
Li eniya Rojhilat texrîbata ku di encama avêtina hewanan, teqîna mayînan û bomberanan de pêk hatiye.
Şervanekê koma Şemsî Şîmal a li Kobanê di bin banê Burkan El Firat de şer dike.
Welatiyekî ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê gundê xwe terk kiriye û li navenda Kobanê jiyana xwe didomîne.
Dîrekek elektîrîkê ya guleya hewanê lê ketiye
Endamên asayîşê ku li navenda bajar li dewriyeyê digerin
Endamê asayîşê tevî temenê xwe jî, bi tifinga xwe li dewriyeyê digere
Yek ji guleyên hewanê ku DAIŞ’ê rasterast avêtiye û neteqiyaye.
(Wêne: Ersîn ÇAKSU / Îbrahîm ASLAN)