Li Kirimê ya Rûsyayê Newroz
Li Federasyona Rûsya li gelek herêman Newroz hate pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de Berxwedana Serdemê ya Efrînê hate silavkirin.
Li Federasyona Rûsya li gelek herêman Newroz hate pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de Berxwedana Serdemê ya Efrînê hate silavkirin.
Li Saratov û Kirime ya Federasyona Rûsyayê Kurdan û dostên wan Newroz pîroz kirin, di pîrozbahiyê de Berxwedana Serdemê ya Efrînê hate slavkirin û dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin.
SARATO
Li Saratovê Kurdistanî û dostên wan li hêwana konsere ya Sabornayê hatin cem hev û Newroz pîroz kirin.
Piştî deqeyekê slavkirina şehîdên şoreşê yên Kurdistanê ji axaftinên derbarê Newrozê yên Rêberê
Gelê Kurd Abdullah alan bi sînevizyonekê hate nişandan. Her wiha sînevizyona berxwedana azadiyê û Efrînê hate nîşan dan.
Di axaftinan de hate gotin Efrîn ne tenê li dijî Erdoğan û çeteyên wî li ber xwe dide, Efrîn ji bo hemû gelên herêmê li ber we dide û ‘ji bo vê jî jê re Berxwedana Serdemê tê gotin.’’
KIRIM
Kurdistaniyan û dostên wan li hêwana konsere ya Lenîn a li bajarê Cankoyê hatin cem hev û Newroz pîroz kirin. Beriya pîrozbahiyê ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî deqeyek rêzgirtinê sînevizyonek bi naveroka berxwedana Efrînê hate nişandan.
Di axaftinan de hate gotin, ‘’Dewleta Tirk û Erdopan êrîşê dibe ser hemû nirxên Kurdan. Li gel hemû êrîşan jî gelê Kurd çawa ku li Kobanê, Sûrê, Cizîr û Nisêbînê li ber we da, li Efrînê jî li ber xwe dide’ û hate gotin li dijî êrîşên hov ên li ber çavê dinyayê tenê Kurd şer dikin û ‘hêzên navnetewî li rex zaliman rawestiya’.
Di axaftinan de berxwedana Efrînê hate slavkirin û bang li Rûsyayê hate kirin ku li dijî dewleta Tirk helwestê nîşan bide.