Li Kilisê penaberan bi pereyan li hemberî kurdan didin şerkirin

Li Kilisê penaberan bi pereyan li hemberî kurdan didin şerkirin

Li Kîlîsê nêzî 100 hezar penaberên Rojava û Sûriyê dijîn. Penaberên li Kîlîsê dijîn di nava şert û mercên gelek giran de têkoşîna jiyanê didin. Xebatkarê Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezîn (AFAD) diyar kir ku Tirkiye ji gelê Rojava û Sûriyeyê re gotibû dema şer derket werin. Xebatkarê AFAD'ê anî ziman ku mirovên ku hatin Kilîsê ketin nava destê qaçaxvanên mirovan û wiha got: "Gelek penaberên ku hatine vir li hemberî 10 hezar TL li dijî kurdan didin şerkirin."

Li gorî nûçeya DÎHA’yê li Sûriyê şerê navxweyî bû sedema koçkirina 100 hezaran welatiyan. Li gel penaberiya mezin bi sedan welatî hatin kuştin. Bi 100 hezaran welatî hatin li Dîlok, Kîlîs, Riha û bajarên ser sînor bi cih bûn. Hikûmeta AKP'ê berî şerê navxweşî gelek soz û weat dan, lê piştî koçberî û penaberiyê soz nehatin cih. Welatiyên ku baweriya xwe bi sozên AKP'e anîn û hatin Welatiyên ku hatin di kampan de bicih bûn, li hemberî pereyan tên bikar anîn û li dijî kurdan tên bikar anîn. Tê diyarkirin ku hemû lîstikên li ser penaber û Rojava tên kirin tê armanckirn ku şoreşa Rojava bitepisînin. Bi taybetî li Afrinê Kilisê lîstikên bi destê çeteyan pêş dikevin.

'ÇETE QAÇAKVANIYA MIROVAN DIKIN'

Li Kîlîsê berê hat îdîakirin ku çeteyên El Kaide li ser sînor bazarvaniya çekan dikir. Niha jî tê gotin ku çete bazirganiya mirovan li ser sînor dikin. Li bajarê ku nêzî 100 hezar penaber dijîn, welatiyên penaber li dijî kurdan tên bikar anîn
Xebatkarê Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezîn (AFAD) yê bi navê A.D. ku nexwest navê xwe aşkere bike, diyar kir ku Tirkiye ji gelê Rojava û Sûriyeyê re gotibû dema şer derket werin. A.D., anî ziman ku mirovên ku hatin Kilîsê ketin nava destê qaçaxvanên mirovan û wiha got: "Gelek penaberên ku hatine vir li hemberî 10 hezar TL li dijî kurdan didin şerkirin."

A.D, da zanîn ku welatiyên dixwazin bên Tirkiyeyê ji bo her kesekî 500 Dolarî ji wan distend û wiha got: "Ez bûm şahid ku çeteyan ji kesên ji Rojava û Sûriyê xwestin bên Tirkiyeyê 500 dolar ji wan girtin. Kesên dihatin teslimî leşkerên tirk dihatin kirin. Ev çete bi kaçakvanên mirovan re ketin têkiliyê.

'PENABEREN JIN DIXIN NAVA KARÊ FIHÛŞÊ'

A.D, destnîşan kir ku kesên penaber tev li karên xerab dikin û wiha berdewam kir: "Bi taybetî şertên giran bandorek neyînî li ser jinan dike. Jinên penaber ji bo debarê neçarî fihûşê tên hiştin. Li kampan, karê fihûşê bûye wekî karekî j rêzê. Bi sedhezaran welatî ji bo li kolanan xwarin peyda bikin parsekiyê dikin. Zilam diçin li kar digerin û jin jî neçarî fihûşê tên hiştin. Ez bûm şahidê vê yekê. Dema ez li AFAD'ê dixebitîm, min dît. Çete welatiyên xizan bikar tînin û bi 10 TL'yan li dijî hêza YPG'ê ya li Rojava bikar tînin. Gelek penaber di bin zanîna rayedaran de di nava refên çeteyan de tên bikar anîn."