Li Kerkûkê fermandarê polîsan, ji bo Ocalan 2 hezar îmze kom kir
Li Kerkûkê fermandarê polîsan, ji bo Ocalan 2 hezar îmze kom kir
Li Kerkûkê fermandarê polîsan, ji bo Ocalan 2 hezar îmze kom kir
Fermandarê Polîsan ê Navçeya Yayçî ya girêdayî Kerkûkê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd 2 hezar îmze kom kir.
Li Başûrê Kurdistanê di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî komkirina milyonek îmze de duh Rêveberê Navenda Polîsan a Yayçî ya girêdayî Kerkûkê Fermandar Şivan û kurê xwe çûn serdana navenda Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK)’ê ya Kerkûk. Şivan ji aliyê endamên Desteya Peywendiyên Giştî yên Derve yên PÇDK’ê ve hatin pêşwazikirin.
Rêveberê Navenda Polîsan a Navçeya Yayçî ya girêdayî Kerkûkê, Fermandar Şivan 2 hezar îmze ji bo Rêberê Gelê Kurd û girtiyên siyasî ku kom kiribû radestî endamên PÇDK’ê kirin. Fermandar Şivan da diyar kirin ku, bi komkirina van îmzeyan gelekî kêfxweş e û weke wefayeke ji bo Ocalan û gelê xwe kiriye û wiha dewam kir, “Gelê Kurd ji dost û dijmin re aştîxwaziya xwe îspat kiriye û di meydana şer de jî leheng, dilêr û berxwedêr e. Bi boneya komkirina îmzeyên ji bo azadiya Abdulah Ocalan û girtiyên siyasî, min li beramberî wê jina Rus a ku, bi tena xwe nêzî 15 hezar îmze komkirin min xwe şermazar kir. Lê rastiyek heye jî li ev navçeya min îmze lê kom kirine, wêrankirî ye. Ji nû hatine ser axa xwe. Bê şik û guman ez vî karî wek erka li ser milê xwe dibînim. Her ferdekî Kurd û tevahî mirov û dost divê xebatê bikin ji bo azadiya Rêber Apo û girtiyên siyasî. Ji ber ku girtiyê li Îmrali ne bi tenê ye. Kilîda çareseriya aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê û cihanê ye. Her wiha divê Tirkiye siyaseta li beramberî gelê Kurd û gelên din di nav Tirkiyeyê de li ber çavan re derbas bike. Ji ber ku siyaseta wê heya niha şaş e. Her wiha daxwaz dikim ku dewletên dagirker ên cîhanê PKK’ê ji lîsteya terorê derxin, ji ber ku, PKK partiyeke aştîxwaz û azadîxwaz e ji bo gelê Kurd û tevahî gelên din ên bin dest xebatan dike.
Şivan di dawiya axaftina xwe de jî wiha got, “Ez li ser navê xwe spasiyên xwe pêşkêşî wan kes û aliyan dikim ku, fikra azadiya Rêber Apo û girtiyên siyasî li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê girtine dikim û destxweşiya wan ji bo vî karê mirovatiyê dikim.