Li Kerkûkê di 5 mehan de 17 jin hatine qetilkirin 35 jinan jî xwe şewitandine

Li Kerkûkê di 5 mehan de 17 jin hatine qetilkirin 35 jinan jî xwe şewitandine

Li gorî çavkaniyên fermî di nava 5 mehan de li bajarê Kerkûkê 17 jin hatine qetilkirin û 35 jinan xwe şewitandine. Her wiha asta hevberdanê jî zêde bûye.

Koma “Ji şîddeta li ser jinê re na” ku ji 22 rêxistinên taybet ên jinan pêk tê bi daxuyaniyekê ragihand ku, “Di nav 5 mehên derbasbûyî de li bajarê Kerkûkê 17 jin hatine qetilkirin 35 jinan jî xwe şewitandine, her wiha 80 bûyerên lêdanê, 42 hewldanen xwekuştinê pêk hatine û dîsa 28 jin jî rastî destdirêjiya cinsî hatine.”

Her wiha koma “Ji şîddeta li ser jinê re na” di daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser rewşa jinan a li bajarê Kerkûkê û wiha pêde diçe, “Li gorî çend çavkaniyên ku, bi dest me ketine, di nava 5 mehên derbasbûyî de 2 hezar û 485 pirsgirêkên zewacê li Dadgeha Kerkûkê pêk hatine. Her wiha hezar û 500 kesan hevdu berdane.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku pêwîst e, ji çekên di malan de sînorek bê diyarkirin, jinên ku rastî tehdîtên kuştinê tên bên parastin û qanûna şîddeta malbatê bixin meriyetê.