Li Kelarê di qezaya ceyranê de kesekî jiyana xwe ji dest da

Li Kelarê di qezaya ceyranê de kesekî jiyana xwe ji dest da

Serê vê sibehê karkerekî ji Rêveberiya Ceyrana Germiyanê, di dema sererastkirina xebatên ceyranê de rastî qezaya ceyranê hat û jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Polîsên Germiyanê, Muqedem Hesen Mihemed Salih  ji ANF’ê re axivî û wiha got, “îro karkerêkî Rêveberiya Ceyrana Germiyanê yê bi navê Amir Star Hemîd, li taxa Şoreş a navçeya Kelarê, dema ku sibehê diçe ser kar û bi ceyranê re mijûl dibe di encama qezaya ceyranê de jiyana xwe ji dest da.”

Li ser pirsa gelo sedema vê bûyerê dibe ku ji bêxemî û nebûna derfetan be? Muqedem Hesen got: “Hemû pêwîstiyên ku xwe biparêze li ber dest hebûn, lê belê bi ceyranê re temas çêdibe û piştre radikin nexweşxaneya Kelarê; lê tevî hemû hewldanan jî nayê rizgarkirin û jiyana xwe ji dest dide û paşê cenaze radestî malbatê tê kirin.”