Li Kayseriyê cînayeta jinê
Li Kayseriyê cînayeta jinê
Li Kayseriyê cînayeta jinê
Li Kayseriyê kesê bi navê Fatîh Vanli, hevsera xwe Fîrdev Vanli ku xwest wî berde ji 13 cihan bi kêrê qetil kir. Derket holê ku Vanli berê ji ber şîdeta nava malê serî li Qerekola Polîsan a Argincikê da û hat gotin ku ji ber tedbîr nehatin girtin hatiye qetilkirin.
Li Taxa Fevzî Çakmak a navçeya Kocasînan a Kayseriyê duh şevê saet di 23.30’an de kesê bi navê Fatîh Vali hevsera xwe Fîrdevs ku dayika sê zarokan bû û dixwest dest ji hevserê xwe berde, li mala wê qetil kir. Fatîh Vanli çû ber deriyê wê û hevsera wî derî venekir. Li ser vê Fatîh Vanli ji qatê zemînê bi şaneşînê ve hilkişiya û ket hundir, bi 13 cihan ew kêr kir.
Fîrdevs Vanli ku bi giranî birîndar bû, bi birîndarî heta qata jor hilkişiya û li ber deriyê cîrana xwe ket. Li ser îxbara cîranên wê ekîbên tenduristiyê hatin û dîtin ku Vanli miriye. Cesedê Vanli ji bo otopsiyê rakirin Morga Nexweşxaneya lêkolîn û Perwerdeyê ya Kayseriyê. Kujerê wê jî nehat dîtin.