Li Kassel û Hamburgê bîranîna Roboskiyê

Li Kassel û Hamburgê bîranîna Roboskiyê

Li bajarê Hamburg û Kasselê kesên di komkujiya Gurgum û Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.

Li bajarê Kassel ya Almanyayê li Navenda Çanda Kurd civîna gel pêk hat û komkujiyên Gurgum û Roboskiyê hatin şermezarkirin. Di axaftinan de hat diyar kirin ku, bi komkujiya Gurgumê hewil dan pêşî li gelê Kurd bigirin û di Roboskiyê de jî peyama dê komkujî her tim di rojevê de bimînin hat dayîn.

Di civînan de her wiha banga xwedî li derketina gelê Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Li Hamburgê jî ji aliyê ATÎF’ê ve bernameyeke bi navê ‘Em ji 19’ê kanûnê heta Roboskiyê komkujiyan şermezar dikin’ hat lidarxistin. Nivîskar lêkolîner Temel Demîrer, muzîkjen Hasan Saglam tevlî merasima bîranînê bûn.

Di axaftinan de hat diyar kir ku, ne 34 ciwanên li Roboskiyê hatin qetilkirin û ne jî zarokên li Gurgumê hatin şewitandin û ne girtiyên di 19’ê kanûnê de hatin şewitandin dê bên jibîrkirin.

Piştî axaftinê rêz hat girtin û piştre jî belgefilma bi navê ‘Jiyana ku di dilopa ava baranê de hatiye bicihkirin’ nîşan dan. Piştre jî belgefilmek komujiya Roboskiyê dihat vegotin hat nîşandan.

Temel Demîrer diyar kir ku, komkujiya 19’ê kanûnê bi mehan berê ji aliyê wezareta dadê, midûriyeta polîsan û Fermandariya Gitşî hatiye plankirin. Demîrer got, li gel ku 12 sal derbaz bûn jî tu rayedarek nehat cezakirin.

Bername bi derketina ser dîkê ya Hasan Saglam bi dawî bû.