Li kargeha fîşekên hewayî teqîn: 6 birîndar

Li kargeha fîşekên hewayî teqîn: 6 birîndar

Li navçeya Sakarya Geyveyê di encama teqîna li kargeha fîşekên hewayî de 6 kes birîndar bûn. Ji ber teqînê, beşeke mezin a kargehê xera bû.         

Li navçeya Sakarya Geyveyê, li beşa laboratûvarê ya Kargeha Fîşekên Hewayî ya Venus a li taxa Încîksûyû, îro saet li dora 14:30'an teqînekê rû da. Ji ber teqînê li beşeke mezin a kargehê şewat derket. Şewat bi kargeheke tekstîlê ya li derdorê jî ket.

Waliyê Sakaryayê Mûstafa Buyuk ê li kargehê lêkolîn kir da xuyakirin ku di encama teqînê de 6 kes birîndar bûne.