Li Kadikoyê dirûşmên aştiyê bilind dibin

Li Kadikoyê dirûşmên aştiyê bilind dibin

Li Qada Îskele ya Kadikoyê, mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku bi dirûşma "Ji Gezî heta Licê têkoşîna ji bo aştiyê" tê lidarxistin, bi hatine kortejên meşê re destpê kir. Qada mîtîngê tijî bû û dirûşmên aştiyê ji qadê bilind dibin.

Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku bi dirûşma "Ji Gezî heta Licê têkoşîna ji bo aştiyê" li qada Îskele ya Kadikoyê tê lidarxistin, ji aliyê Platforma Aştî û Demokrasiyê ve tê organîzekirin ku ji zêdeyî 150 saziyan pêk tê. Mîtîng bi hatina kortejên meşê re destpê kir.

Jinan bi kincên xwe yên neteweyî yên ji rengên kesk, sor û zer reng dan mîtîngê û li qadê gelek alên PKK û KCK'ê li ba dikevin.

Li dû hatina kortejên meşê, Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Parlamenterên BDP'ê yên Stenbolê Sehabat Tûncel, Sirri Sureyya Onder, Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Levent Tuzel, serokên giştî yên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên kedê li protokolê cihê xwe girtin û mîtîngê destpê kir.

Bi dehhezaran beşdarên mîtîngê dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Her der Taksîm, her der berxwedan", "Her der Rojava her der Berxwedan", "AKP şer, gel aştiyê dixwaze" diqîrin. 

Di mîtîngê de destpêkê sînevîzyona li ser 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hat nîşandan. Dûre jî ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê deqeyek rêz hat girtin. 

Li ser navê bangdar û amadekarên mîtîngê Serokê ÎHD'ê Şaxê Stenbolê Umît Efe axivî. Mîtîng wê bi dorê bi axaftinên Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Levent Tuzel, Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû, Berdevkê TMMOB'ê Suleyman Solmaz, li ser navê Hewldana Jinê ji bo Aştiyê Seher Solmaz, Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, wê dewam bike.

Li dû axaftinan jî wê Erdogan Emîr, Grûp Variya û Agirê Jiyan derkevin ser dikê.