Li Kadikoyê bi hezaran kes kom dibin

Li Kadikoyê bi hezaran kes kom dibin

Ji bo mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, bi hezaran kes li Kadikoyê pêl bi pêl kom dibin.

ESP, EMEP, BDP, SDP û SYKP ku pêkhatiyên HDK'ê ne li ber Nexweşxaneya Nimûne ya Haydarpaşayê li hev kom bûn.

EMEP li paş pankarta bi nivîsa "Aştî nebe pêşeroj jî nabe", "Ji bo aştiyê em bibin yek. Ji destwerdana Emperyalîmzê re na", BDP li paş pankarta bi nivîsa "Em şoreşa Rojava silav dikin. Bi coşa Newrozê ber bi aştiyê ve dimeşin", EDP jî li paş pankarta "Ji Gezî heta Rojava aştî û azadiyê bi ser bikeve" kortejan pêk tînin.

Li kortejan bi giranî dirûşmên silavkirina şoreşa Rojava tên qîrîn. Her weha plalnên destwerdana emperyalîst a li Sûriyê tên şermezarkirin.

Li Tepe Nautilus jî EHP, Halkevleri, Kolektîfên Xwendekaran, Çagri li hev kom dibin.

Li vî baskî jî li pişt pankarta bi nivîsa "Ji Gezî heta Licê, ji bo aştiyê têbikoşin" ya bi mora Platforma Aştî û Demokrasiyê, kortej tên avakirin.