BI DÎMEN

Li Kadikoyê 1’ê Îlonê: Polîtîkayên şer bi dawî bikin

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê bi bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê mitîng li dar xist. Di mitîngê de hate diyarkirin ku divê polîtîkayên şer û tundiyê yên ji bilî mirin, xwîn û hêsirên çavan ti encaman bi dest naxin demildest bên bida

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Qada Îskele ya Kadikoyê mitînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li dar xistin. Di mitîngê de pankarta li ser bi Kurdî û Tirkî “1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz be”, “Mûxatab Îmrali, çareserî Tirkiyeyeke demokratîk û Kurdistaneke Xweser e” hatin vekirin. Di mitînga ku dowîzên “Şer û aştiya emperyalîzmê zilm e” hatin hilgirtin dirûşmên “Jin şer naxwazin”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”  û “Qeyûm dê biçin em ê bimînin” hatin berzkirin. 

Berdevkê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ertûgrûl Eroglû yê di mitîngê de axivî Şerê Cîhanê yê 2’yemîn bi bîr xist.  Eroglû destnîşan kir ku di şeran de hemû destkeftiyên mirovahiyê hatin tunekirin. Eroglû bi lêv kir ku AKP û MHP di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de têk çû û anî ziman ku fatoreya têkçûnê bi sazûmankirina faşîzmê tê domandin û got: “Bloka desthilatê ya AKP’ê û MHP’ê hewl dide krîza meşrûiyetê bi zexta siyasî û aboriyê veşêre û bi sazûmankirina faşîzmê gavên xwe didomîne. Hewl dide bi bêhiqûqiyan û dorpêçên paşverû xwe bide jiyîn. Şûna ku daxwazên beşên civakî pêşwazî bike, hêzên ewlehiyê deyne pêşberî me.”

Eroglû diyar kir ku AKP û MHP di neçareseriya pirsgirêka Kurd de israr dikin û anî ziman ku desthilat di pirsgirêka kurd de şer tercîh dike. Eroglû destnîşan kir ku divê polîtîkayên şer û tundiyê yên ji bilî mirin, xwîn û hêsirên çavan tu encaman bi dest naxin demildest bên bidawîkirin.”

Eroglû bi lêv kir ku dê dest ji têkoşîna aştiyê bernedin û wiha bi dawî kir: “Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê; Em careke din destnîşan dikin ku mijara herî bingehîn a têkoşîna kedkar û gelên bindest a ji bo mafên xwe, aştî ye. Em ê li cîhanê, li Rojhilata Navîn û li welatê xwe parastina aştiyê bidomînin. Heta ku em cîhanek û welatekî ku edalet, wekhevî, biratî, laîktî, parvekirin, hevkarî, hevgirtin û jiyaneke însanî lê mayînde bibe ava nekin, em ê keliyekê jî dest ji têkoşîna aştiyê bernedin.”

Piştî daxuyaniyê girseyê bi tilîlî û dirûşmeyan ji qadê veqetiya. Polîsan êrîşî girseyê kirin û 8 kes binçavkirin.