Li jina Fransî ya endama DAÎŞ'ê cezayê heta bi hetayê hate birîn

Dadgeriya Iraqê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li hevsera çeteyekî DAÎŞ'ê birî ku bi xwe welatiya Fransayê ye.

Doz li dadgeheke li Bexdayê hate kirin. Djmaila Boutoutaou sala 2014'an tevî zarokên xwe çû Tirkiyeyê û ji wir jî tevlî nava DAÎŞ'ê bû. Dadgehê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li Boutoutaou birî.

Djamila Boutoutaou di parastina xwe de îdîa kir ku 'ji bo betlaneyê' tevî zarokên xwe çûye Tirkiyeyê û piştre hevserê wê yê ku tevlî DAÎŞ'ê bûbû ew xapandiye, jê xwestiye derbasî Iraqê bibe û ew jî bêyî daxwaza xwe neçar maye tevlî bibe.

Çeteya Fransayî got, kesê ku ew ji Stenbolê bir Iraqê yekî bi navê Ebû Qurtubî ye, lê wekî din ti agahî neda. Her wiha îdîa kir ku wê hevserê xwe yê li nêzî Mûsilê hate kuştin nedîtiye.

Tê zanîn ku li Iraqê û Rojavayê Kurdistanê gelek çeteyên DAÎŞ'ê yên welatiyên Fransayê girtî ne. Wezareta Edaletê ya Fransayê çend meh beriya niha dabû xuyakirin ku ew ê qebûl bikin ku ev çete ji aliyê dadgehên herêmî yên li Rojava ve bêne darizandin.