Li Japonyayê hejmara miriya gihişt 35’an

Li Japonyayê hejmara miriya gihişt 35’an

Li Japonyayê piştî çiyayê volkanê yê Ontakê aktîf bû şûnde, ekîbên rizgarkirinê navber dan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê. Hejmara miriyan gihişt 36’an.

Li Japonyayê piştî Çiyayê Volkanê yê Ontakê aktîf bû polîsan, ekîbên îtfaiyeyê û yekîneyên parastina rewa jî di nav de 1160 kesên di ekîba rizgarkirina de bûn, navber dan xebata xwe.

Bi taybet di demsala niha de turîst û meşvan eleqeyek mezin nîşanî vê herêmê didin.  Tê texmînkirin ku nêzî 300 kes li vê herêmê asê mane.

Leşkerekî diyar kir ku ligel lêkolîna dîtbarî ya ekîban koza agir dikolin û wisa xebatên lêgerînê didomînin.

Çiyayê Ontake di nava çiyayê bi xeter de di rêza yekem de cih girtibû. Ji 1979’an heta niha cara yekem ev çiya aktîf bû û tê texmîn kirin ku 200 hezar ton lav avêtiye derve.