Li Japonyayê erdhêja bi pêla 7.3 pêk hat

Li Japonyayê erdhêja bi pêla 7.3 pêk hat

Li nêzî peravên Rojhilatê Japonyayê erdhêja pêla wê 7.3 bû pêk hat. Piştî erdhêjê alarma tusunamiyê hat dayîn.

Saziya Meteorolojiyê ya Japonyayê diyar kir ku, navenda erhêjê 245 km kurahiya Kamîashî ye, 10 kîlometre di binê Okyanusa Mezin de pêk hatiye.

Erdhêj li gelek cihên welat hat hîskirin û hat ragîhandin ku li Tokyoyê çend deqiqeyan avahî hejiyane. Li herêma Miyagî li bajarê Îslahomakî pêlên meznahiya wê metreyek bû hat dîtin. Miyagî di adara 2011’an de piştî erdhêjê dîsa felaketa tusunamiyê jiyabû.

Televîzyonên Japonyayê diyar kirin ku, di santralên nukleerê yên herêmê de tiştekî neyînî nehatiye dîtin.

Navenda Hişyariyê ya Pasîfîk Tusunamî diyar kir ku, ji bo welatên din yên Okyanusa Mezin hewcdarî bi hişyariya Tusunamî dane lê got dê li perava bakûrê rojhilatê welat dibe pêl heta 2 metreyî jî biçe.

Di derbarê mirî an jî birîndarna de tu agahî tune. Her wiha hinek herêm tên tahliyekirin. Televîzyona NHK’ê wiha got: “Erdhêj û tusunamiya sala borî bînin hişêxwe. Li cîranê xwe bigerin û birevin cihên bilind.

Li herêma Miyagî di têkiliyê de zehmetî jiyan dibin. Hemû trenên herêm rawetiyane. Derketinên balrfirgeha Sendaî hatine girtin.

Navenda Jeolojî ya DYA’yê diyar kir ku, piştî erhêja 7.3’an de zêdekên wekê 6.2, 5.5 3 û 4.7 mirovan matmayî dihêle.