Li Japonya volkan teqiya: 30 mirî

Li Japonya volkan teqiya: 30 mirî

Li çiyayê Ontake yê Japonya duh volkan teqiya, ekîbên rizgarkirinê 30 cenazeyên çiyavanan dîtin.

Hat ragihandin ku dema teqîn çêbûye çiyavan li lûtkeya çiyê bi komî li gel bûn.

Di dema teqînê de zêdetirî 250 çiyavan li qûntarên çiyê mehsûr ku asê man piraniya wan xwe rizgar kirin.

Volkana 250 kîlometre dûrî paytext Tokyo roja Şemiyê di carekê de teqiyabû.

Herêm ji bo kesên pelên payîzê bibînin cihê gerê bû.

Tevî ku Japonya li ser xeta herî aktîf a erdhejê ye jî teqîna volkanê herî dawî di sala 1991’ê de li bakurêrojavayê welêt Çiyayê Unzen pêk hatibû di encam de 43 kesan jiyana xwe ji dest dabû.