Li Îzmîrê li dijî faşîzmê banga yekîtiyê
Li Îzmîrê bi beşdariya bi deh hezaran kesan li Qada Gundogdûyê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin.
Li Îzmîrê bi beşdariya bi deh hezaran kesan li Qada Gundogdûyê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin.
Nûnerê Herêma Egeyê yê DÎSK’ê Sari di pîrozbahiyê de axivî û got:“Em daxwazên gelê Kurd û aştiyê diparêzin. Desthilatdarî dixwaze em li hemberî wan stûyê xwe xwar bikin. Lê îro li hemberî faşîzm û emperyalîzmê em ê bibin yek.”
1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran bi beşdariya bi deh hezaran kesan li Qada Gundogdûyê hate pîrozkirin. Her çar aliyê qada mîtîngê ji aliyê polîsan ve hatiye girtin. Nûner, partî û saziyên li bajêr bi ala û rengên xwe beşdarî mîtîngê bûn.
Malbatên kesên ku di bobelata madenê ya Somayê de jiyana xwe ji dest dabûn jî beşdar bûn.
‘JI KARKERAN RE BUDÇE TUNE, LÊ JI ŞER RE HEYE’
Di têketina qadê de ji ber ku endamên DÎSK’ê slogan berz kirin gotin: “AKP’ê ya diz û qatil” ji aliyê polîsan ve meşa wan hat sekinandin. Piştî demeke kurt ketin qadê. Di qadê de herî zêde flamayên “Na”yê hatin libakirin. Dema ku HDP ket qadê, ligel çepik û tilîliyan slogan hatin berzkirin.
Piştî rêzgirtinê nûnerê Herêma Egeyê yê DÎSK’ê Memîş Sari daxuyanî xwend û got ku, “Em ê êrîşa li tazmînata kidemê qebûl nekin. Desthilatdarî li gorî pêdiviyên sermayeyê tevdigere. Ji talankirina xwezayê, mêtingeriya kedê û ji şer re budçe tê veqetandin.
GIRTIN HATIN PROTESTOKIRIN
Sari di dûmahîka axaftina xwe de got:“ Desthilatdarî di her demê de qala îradeya sindoqê dike lê şaredar û parlementeran dixe girtîgehê. Em daxwazên gelê Kurd û aştiyê diparêzin. Desthilatdarî dixwaze em li hemberî wan stûyê xwe xwar bikin. Lê îro li hemberî faşîzm û emperyalîzmê em ê bibin yek. Li hemberî şer em ê aştî û laîkiyê biparêzin”.