Li Îzmîrê konsereke bi heybet a aştiyê
Li Îzmîrê konsereke bi heybet a aştiyê
Li Îzmîrê konsereke bi heybet a aştiyê
Bi hezaran kes beşdarî konsera ji aliyê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan ve bi munasebeta piştgiriya ji pêvajoya çareseriyê û bal bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş hat lidarxistin bûn.
Li Îzmîrê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TAY-DER) bi dirûşmaya “Ji mirinan re ne lorîn, ji kilaman re aştî” ji bo piştgiriya ji pêvajoya çareseriyê re û bal bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş konserek li dar xist. Bi hezaran kes beşdarî konsera li anfiya servekirî ya fuarê hat lidarxistin bûn û konser ji aliyê, HDK û BDP’ê ve hat destekkirin.
Anfiya servekirî ya fuarê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên gerîllayên PKK’ê yên jiyana xwe ji dest dane û alên PKK’ê hat xemilandin. Her wiha pankarta “Ji têkoşînê ber bi muzakereyan hezar silav ji mîmarê aştiyê Rêber Apo re” û tim û tim dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Girtiyên şoreşger rûmeta me ne”, “Şehîd namirin”, “Rêheval Medenî rûmeta me ye” hatin gotin.
Konsera ku bi Koma Muzîkê ya Berxwedan a Navenda Çanda Mezopotamyayê destpê kir bi axaftinan berdewam kir.
Serokê Şaxa TAY-DER a Îzmîrê Dunyamali Ariç, da xuyakirin ku wan ev konser ji bo piştgiriya ji pêvajoyê û her wiha ji bo bal bikişînin ser rewşa nexweşên girtî li dar xistine.
Sekreterê Giştî yê Federasyona Komeleyên Piştgiriya bi Girtî û Hukumxwaran re Mehmet Temîzyuz jî got, “Ji bo pêvajoya aştiyê pêş bikeve divê girtiyên nexweş bên berdan.”
Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin jî got, “Em li ser axa kesekî ne dagirker in. Eger li dagirkerekî digerin bila li xwe binêrin. Em rexmî her tiştî aştiyê dixwazin” û nerazîbûna xwe ya li hemberî çêkirina qereqolan anî ziman.
EGER HÛN AŞTIYÊ DIXWAZIN HÛN NIKARIN LI SER SERÊ ME QEREQOLAN AVA BIKIN
Parlamenterê Mûşê yê BDP’ê Sirri Sakik jî got, “Em hêvî dikin şehîdê aştiyê Medenî Yildirim ê me duh spart axê şehîdê me yê dawî be.”
Sakik axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li gundekî Licê mirovan ji ku Serokwezîr re gotin eger hûn aştiyê dixwazin wê demê hûn nikarin qerekolan li ser serê me ava bikin; lê belê leşkeran êrîşî xwepêşandana aştixwaz kirin û bi qetlîamê bersiv dan.”
TIŞTÊN DI MERHELEYA DUYEMÎN DE WERIN KIRIN
Parlamenterê BDP’ê Sirri Sakik ku axaftina wî gelek caran bi dirûşmayên 'Bijî serok Apo' hat qutkirin gavên ku di merheleya duyemîn de divê werin avêtin bi rêz kir. Sakik xwest, tavilê nexweşên girtî werin berdan, şert û mercên Rêberê Gelê Kurd werin sererastkirin, çêkirina qereqolan werin rawestandin û xebata destûreke bîngehîn a nû bê destpêkirin.