Li Îzmîrê ji bo Kortak mewlûd hat dayîn
Li Îzmîrê YAK-DER ji bo Dîlan Kortak a li Stenbolê ji aliyê polîsan hat qetilkirin, mewlûd da. Di axaftinên di mewlûdê de hat destnîşankirin ku wê têkoşîna Kortak bê domandin.

Şaxa Îzmîrê ya Komaleya Kesên Xizmên Xwe Windakirî (YAK-DER) ji bo Dîlan Kortak a li Stenbolê ji aliyê polîsan hat qetilkirin, Li Nûnertiya Taxa Eskî Çamlik a HDP’ê mewlûd da. Li qada wê mewlûd lê bihata dayîn polîsan hewl dan bi îdaya trafîkê digire mewlûdê asteng bikin. Li qada ku TOMA, Akrep û gelek polîs lê hatibûn bicihkirin, alozî piştî demek kurt bi dawî bû. Li salona ji bo mewlûdê ku girseyek qelebalix tevlî bibû, pankarta “Dîlan Kortak Rûmeta Me Ye” hat vekirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajar Dîlek Aykan di mewlûdê de axivî, destnîşan kir ku wê têkoşîna wan bidome, wiha got: “Em soz didin ku bi şopandina Haci Bîrlîk, Ekîn Wan heta ku em Rêbertiyê azad bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştre Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bajar Cavît Ûgûr jî got jinek 19 salî ya bi çek nîvê şevê hat qetilkirin. Ûgûr anî ziman ku polîsan hewl daye merasîma cenaze û mewlûda Kortak asteng bike, wiha domand: “Em êdî ne tenê têkoşîna Kurdan, têkoşîna mirovatiyê didin. Ev ne tesaduf e ku polîs wek DAIŞ’ê jinan dikuje. Kesên dijmanintiya mirovahiyê dikin vê dikin.”
Bavê Kortak, Îbrahîm Kortak jî wiha got: “Keça min şehîdê tevahî gelê Kurd û Kurdistanê ye.”