Li Îzmîrê HDP li gel namzetan civiya
Li Îzmîrê HDP li gel namzetan civiya
Li Îzmîrê HDP li gel namzetan civiya
Rêxistina Bajarê Îzmîrê a Partiya Demokratîka Gel (HDP) pêş hilbijartinên herêmî ji bo girtina fikir û pêşniyaran di bin navê ‘li gel Rewşembîran Cîvîn’ forumek pêk anî.
Di çelekiya ku li ser bangewaziya HDP’ê li Saraya sergî û Kongireya Tepekule ya Îzmîrê hat pêk anîn de gelek kes beşdar bûn.
Destpêkê ji bangewaziyan dîwanek hat çêkirin.
Piştre jî endamê PM’a HDP’ê Mehmet Saltoglu û Seydayi Temellioglu axaftin kirin û bejdarvan silav kirin.
Piştre jî Hevserokê HDP’a Îzmîrê Neşe Dilek Bakiş mafê axaftinê girt li ser armanca damezirîna HDP’ê zangarî dan û got ku ferka ku ji partiyên din yên siyasî ne bi şêweyekî jor ber ji jêre, şêweyekî wekheve.
Hevserokê HDP’a Bajarê Îzmîrê Cevit Ugur jî bal kişande ser giringiya pêvajoyê û wiha got: “ Bangewaziya ‘aştiyê’ ku di Newrozê de Birêz Abdullah Ocalan kirî ji aliyê gelek kesan ve bi xûroşekî mezin hate pêş wazî kirin. Di pêvajoya ku em gihiştînê de samîmyeta AKP’ê a di çareseriya pirsgirêka Kurd de gihiştiye asta lêpirsînê. Herî dawiyê li Geverê qetil kirina 3 birayên me fikarên me yên di vî warî de hîn bi hêz tir kir.”
Ugur bal kişande ser daxwaza gelê Kurd ku dixwaze heya ne gihe ewlehiyekî destora bingehîn di vê rewşê nikare behsa aştiyekê jî bê kirin û wiha got: “Bi textîkên mijûl kirinê pêvajoya aştiyê li pêş provokasyonan dixwe rewşekî jêre vekirî de. Bi şeklekî qorsanî pêvajo nayê meşandin. Pêwiste hevdîtin ji hevdîtinên veşartî bên derxistin û bi wekhev kirina şert û mercên mûxataban bê çêkirin.”
Ugur diyar ku pêvajoya aştiyê ew çend giringe ku nikare bê qurban kirina dengên hilbijartinê yên AKP’ê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şoreşa ku li Kurdistanê destpê kiriye belavî hemû welatî bû.”
Piştî axaftinan ji bo bejdarvanan soz hatin dayîn û di derbarê xebatên hilbijartinên herêmî yên Îzmîrê de fikir hatin girtin.
Hûnermend Îlkay Akkaya jî tevlî civînê bû û piştgirî da.