Li Îzmîrê binçavkirinên twîtterê

Li Îzmîrê binçavkirinên twîtterê

Hate hînbûn ku li Îzmîrê 24 kesên ku bi hinceta bi hevkariya twîtterê ji bo berxwedana Parqa Gezî bang kirine hatin binçavkirin.

Midûriyeta Sûcên Bilişim ku li ser navnîşanên IP yên hesabên çapemeniya civakî xebat dane meşandin,  38 navnîşan tespît kirine û bi awayekî hevdem operasyon pêk anîne. Hat hînbûn ku di serdegirtinan de 24 kes hatine binçavkirin.

Hate hînbûn ku kesên hatine binçavkirin dê ji ber xala 216’emîn ya ku sûcê ‘Gel teşwîqê dijminahî û kînê dike’ dê derbixin pêşberî dadger.

SANSUR DANÎN SER ÎNTERNETÊ

Li aliyê din di dema berxwedana Parqa Gezî de li Taksîmê di mijara birîna xizmetên întertenê de TTNET’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji aliyê polîsan ev qutkirin hatiye kirin.

Midûrê giştî yê TTNET’ê Abdullah Orkun Kaya di mijara birîna întertenê de  diyar kir ku dibe ku ji ber bikaranîna amûrên polîsan ev pêk hatibe.