Rêveberên TAYD-DER'ê Şeyhmus Seyhan û Endama Şaxa ÎHD'a Îzmirê Şengul Umutlu ku çûn Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê hatin binçavkirin.
Rêveberên TAYD-DER'ê Şeyhmus Seyhan û Endama Şaxa ÎHD'a Îzmirê Şengul Umutlu ku çûn Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê, di vegerê de ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Seyhan û Umutlu, l navçeya Bucayê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Hate zanîn ku piştî Şeyhmus Seyhan hat binçavkirin polîsan li mala wê lêgerîn pêk anîn.
Seyhan û Umutlu pişti hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Bozyaka ya Îzmirê. Hate îdîakirin ku Seyhan û Umutlu, agahî dibir girtîgehê û derve û ji ber vê yekê hatin binçavkirin.