Li Îzmîrê 13 kes hatin girtin
Li Îzmîrê 13 kes hatin girtin
Li Îzmîrê 13 kes hatin girtin
Di operasyona navend Îzmîr a li hemberî berxwedêrên Parka Gezî ku li 5 bajaran hat destpêkirin û 15 kes hatin binçavkirin, ji wan 13 kes hatin girtin.
Ji aliyê Muduriyeta Emniyetê ya Îzmîrê ve di operasyona 5’ê Tîrmehê ya li hemberî berxwedêrên Parka Gezî de li Îzmîr, Enqere, Stenbol, Manîsa û Elihê 15 kes hatin binçavkirin.
Piştî karûbarên li Muduriyetê ji kesên ku bi îddîaya "endamtiya rêxistinê”, “zerardayîna malê gel”, “tehrîkkirina gel”, “derketina li hemberî polîs" sewqî edliyeyê hatin kirin 13 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. 2 kes jî bi talîmata dozgeriyê hatin berdan.