Li Îzmîr û Stenbolê komkujiya Roboskiyê hate şermezar kirin

Li Îzmîr û Stenbolê komkujiya Roboskiyê hate şermezar kirin

Li Îzmîrê saziyên civakî xwestin berpirsyarên komkujiya Roboskiyê bên cezakirin û li Stenbolê endamên ESP'ê bi darbestên temsîlî komkujî şermezar kirin.

Li Îzmîrê endamên Platforma KESK'a Îzmîrê, DÎSK, TMMOB'ê bi boneya komkujiya Roboskê şermezar bikin, li ber Konak YKM heta Sumerbanka berê meşiyan. Gelek kes tevlî meşê bûn û di meşê de pankarta 'Em pêkanînên li Gurgum û Roboskiyê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin û em dê bişopînin. Bi hêzkirina jiyana bi hev re em dê hesabê komkujiyan bipirsin û welatê biratiyê ava bikin' hatin vekirin. Piştî meşê li ser navê girseyê sekretera Kordînasyona Bajar ya TMMOB'ê Ferdan Çîftçî daxuyanî da û diyar kir ku, bi salane ji hewa bombe dibarin li ser axa vî welatî û naxwazin bêtir rondikên çavan birijin.

Şaxên ÎHD û ÇHD'ê yên Îzmîrê jî bi heman mebestê li ber Sumerbanka kevin daxuyanî dan. Beriya duxuyaniyê wêneyên ku komkujiya Roboskiyê vedibêje hatin vekirin û 5 deqîqey çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Piştre skeça ku komkujiyê vedibêje hat pêşandan. Li ser navê girseyê Nîzamettîn Aktaş nameya ku ji devê Orhan Encuyê 13 salî ku di komkujiyê de hatibû qetilkirin xwend.

PROTESTOYA BI DARBEST

Li Stenbolê endamên ESP'ê li ber Amadeyiya Galatasarayê di derbarê komkujiyê de daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta ku navê 34 Kurdên hatine qetilkirin cih digire hat vekirin. Girseyê bênavber dirûşmên “Bila gelê tirk ji bo aştiyê dakeve kolanan”, “Roboskiyê ê ji bîr neke û nede ji bîr kirin” hatin berzkirin.

Di daxuyaniyê de 7 darbestên temsîlî li erdê hatin raxistin. Çîçek Otlu li ser navê girseyê daxuyanî da û anî ziman ku, Roboskî rastiya dewletê ya kujer nîşan dide. Piştî daxuyaniyê belavok hatin belavkirin.