Li Îzmîr û Semsûrê 5 kes hatin girtin
Li Îzmîr û Semsûrê, ji welatiyên di operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin 5 kes hatin girtin.
Li Îzmîr û Semsûrê, ji welatiyên di operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin 5 kes hatin girtin.
AKP/Qesr ên nikarin bi berxwedana gelê Kurd, giranî dane ser binçavkirin û girtinan. Ji welatiyên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin kesek li Îzmîrê, 4 kes jî li Semsûrê hatin girtin.
ÎZMÎR
Li navçeya Bornova ya Îzmîrê, danê sibehê ciwanê bi navê S.G. hat binçavkirin. S.G. ê li nêzî Qesra Petersonê ya li ser Kolana Mustafa Kemal a Bornovayê hat binçavkirin, piştî ragirtina li qereqolê S.G. sewqî edliyeyê hat kirin. Piştî îfadeya li edliyeyê, S.G. bi daxwaza girtinê şandin dadgehê û bi îdîaya "Berpirsyarê Herêma Egeyê yêYDG-H'ê ye" û "di xebatên rêxistinê de cih girtiye" hat girtin.
SEMSÛR
Rojek berê li navend û navçeyên Semsûrê di serdegirtina malan de piraniya wan xwendekarên zanîgehê, 8 kes hatibûn binçavkirin. 8 welatiyên li Midûryeta Polîsan a Semsûrê îfadeya wan hat girtin sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji kesên ku heta duh êvarê jî li dozgeriyê îfadeya wan hat wergirtin, 4 kes serbest hatin berdan, welatiyên bi navê Halîme Yilmaz, Semra Kuçukbîltekîn, Abuzer Bîlgîn û Mazlum Dorak bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. Dadgeha Tirk jî bi heman hincetê 4 kes girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê.