Li Îzmîr û Aydinê çalakî dewam dikin

Girtina 9 parlamenterên HDP'ê, ku hevserokên giştî jî di nav de ne, li Îzmîr û Aydinê hate şermezarkirin.

Bi vê armancê, duh êvarê li navçeyên Menemen û Bayrakli yên Îzmîrê çalakî hatin lidarxistin. Li Asarlik a Menemenê wê daxuyanî ji çapemeniyê re bihata dayîn, lê belê ji ber ku beriya daxuyaniyê polîsan bi wesayîtên zirxî dor li herêmê girtin, hat astengkirin. Li ser vê yekê, dikandarên li vê derê dikanên xwe girtin û helwesta polîsan şermezar kirin. Endama KJA'yê Rehyan Kûmrû û 2 HDP'yiyên navên wan nehat hînbûn, ku ji bo daxuyaniyê hatin Asarlikê, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Her sê kes birin Midûriyeta Emniyetê ya Menemenê.

Gelek endamên HDP'ê yên li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Bayrakliyê li hev civiyan, girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê protesto kirin. Polîsan li vê derê jî dor li avahiya HDP'ê girtin û nehiştin daxuyanî were dayîn. Ji HDP'yiyên li ber vê êrîşa polîsan rabûn 12 kes hatin binçavkirin. Binçavkirî nîvê şevê hatin berdan.

Li aliyê din, 58 endamên HDP'ê yên roja 4'ê Mijdarê li Alsancakê di dema çalakiya protestoyî de hatibûn binçavkirin, duh nîvê şevê piştî girtina îfadeyê hatin berdan.

AYDIN

Li Aydinê, piştî daxuyaniya rêxistina HDP'ê ya Bajêr, di navbera ciwanan û polîsên Tirk de şer derket. Daxuyanî li xaçerêya Aymek a taxa Ovaeymîr a navçeya Efelerê hat dayîn û komê li vê derê dirûşma "Zext nikarin bi me" qîriya. Piştî daxuyaniyê, ji bo 5 deeyan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Polîsên Tirk dor li cihê daxuyaniyê girtin û di navbera wan û ciwanan de şer derket. Ciwanan rêyên ber bi taxa Ovaeymîrê bi bendan girtin û agir dadan. Polîsên Tirk bi bombeyên gazê xwestin bikevin nava taxê lê ciwanan nehiştin.

Li aliyê din 63 kesên di 5 rojên dawî de li bajêr hatine binçavkirin, tê payîn ku îro sewqî dadgehê werin kirin.