Li Îtalyayê Kurd û dostên wan wê li dijî AKP'ê bimeşin
Li Îtalyayê, di 8'ê Tebaxê de wê polîtîkaya şer a AKP'ê were şermezarkirin.
Li Îtalyayê, di 8'ê Tebaxê de wê polîtîkaya şer a AKP'ê were şermezarkirin.
Li bajarê Bolzano ya herêma Alto Adîge ya Îtalyayê, wê roja 8'ê Tebaxê saet di 16:00 de li Pîzza Del Grano bi meşekê AKP were şermezarkirin.
Meş wê bi pêşengiya sosyalîst, demokrat û Kurdan bê lidarxistin. Di meşê de êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, operasyonên qirkirina siyasî, komkujiya li Pirsûsê, kuştinên bê daraz û qetilkirina xwezayê wê werin şermezarkirin.