Lİ Îtalyayê çalakiyên ‘Kobanê ne tenê ye’
Lİ Îtalyayê çalakiyên ‘Kobanê ne tenê ye’
Lİ Îtalyayê çalakiyên ‘Kobanê ne tenê ye’
Berxwedana Kobanê û îlankirin rêveberiyên xwe ya gelê Rojava ji aliyê Îtalyayê ve tê nîqaşkirin. Di hefteya buhrî de li bajarên cuda yên Îtalyayê gelek panel û semîner pêk hatin. Bernameya herî mezin li bajarê Pescara ya Îtalyayê li şaredariya bajarê Mezin pêk hat.
Di 1’ê Mijdarê de dê li Îtalyayê jî li 15 navendan mîtîng pêk bên. Bi armanca ev ji raya giştî re bên ragihandin, civîn, panel û semîner pêk tên. Di panelên li Macareta, Sinigallia, Rimini, Bologna û Venedikê pêk hatin de ji bo kesên tevlî bûne der barê kantona Rojava de agahdarî hatin kirin. Her wiha pirsên der barê berxwedanê jî hatin bersivandin.
Çalakiya ku nûnerên UÎKÎ ONLUS a Buroya Enformasyona Kurdistanê tevlî bûne, eleqeyek mezin dîtin.
Bi heman armancê li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bologna semînerek pêk hat. Hat gotin ku li dijî êrîşên DAIŞ’ê yekane gelê ku nirxên xwe diparêze gelê Kurd e.
Her wiha li bajarê Pescara jî panel pêk hat. Di panelê de YPJ û kantona Rojava û tevgera Azadiya Kurd hat nasandin û heta saet, 24.00’an bi pirs û bersivan berdewam kir.
Di çalakiyan de ji bo roja çalakiya global a ji bo Kobanê di 1’ê Mijdarê de bang hat kirin.
Li Îtalyayê jî xwendekarên zanîngehê bi armanca piştevaniya ji bo Kobanê li dîwarên Zanîngeha Fîrenze wêneyên şervanên YPG û YPJ’ê nivîsandin.