BI DÎMEN

Li Îtalya û Danîmarkayê pîrozbahiyên Newrozê

Pîrozbahiyên Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn ên ji bo Newrozê dewam dikin.

Li gelek bajarên Îtalya û Danîmarkayê, Kurdan û dostên wan Newroz pêşwazî kirin û berxwedan silav kirin.

Li paytexta Îtalya Romayê bi beşdariya 1500 kesî Newroz li hewşa Komeleya Ararat hat pîrozkirin. Li bajarê Mîlano, bi heman armancê bi qasî 2 hezar kes ber bi Konsolosxaneya Tirk meşiyan û faşîzma AKP'ê şermezar kirin. Li meydana Paça ya bajarê Parma jî di pîrozbahiya Newrozê de berxwedanên Rojava, Sûr, Cizîr û Nisêbînê hatin silavkirin. Di pîrozbahiya li li bajarê Bolzano de pirtûka şervanê YPG'ê Karîm Franceschî hat nasandin û banga destekkirina gelê Kurd hat kirin. Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî li Fîrenzê jî tevî nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl Newroz pîroz kirin û hêviyên xwe ji bo aştiyê anîn ziman. Li bajarê Sardegnayê, Newroz ji aliyê zêdeyî sed kesî ve hat pîrozkirin. Di çalakiyê de komkujiyên AKP'ê hatin şermezarkirin. Di pîrozbahiya li bajarê Torîno de berxwedana li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin.

DANÎMARKA

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê jî agirê Newrozê hat dadan. Di pîrozbahiya li Komeleya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de serhildanên li Kurdistanê hat silavkirin.

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Danîmarkayê wê li van bajaran dewam bikin:

• 21'ê Adarê, Horsens; Sønderbro Kulturhus, Lindvigsvej 4, 8700 Horsens

• 21'ê Adarê li ber Parlamenta Danîmarkayê; Resepsiyona Newrozê, Kurdisk Forum

• 26'ê darê Newroza København; Albertslund Musikteatret, Bibliotekstorvet 1-3, 2620 Albertslun