Li Îskoçyayê protesto: Kujer Erdogan!
Li paytexta Îskoçyayê Edînbûrghê AKP hate protestokirin.
Li paytexta Îskoçyayê Edînbûrghê AKP hate protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên ku li paytext Edînbûrg a Îskoçyayê kom bûn, faşîzma AKP/Qesrê protestokirin.
Di çalakiya ku li pêşiya Sefaretxaneya Tirk hate lidarxistin de, girtina Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Meizn ê Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli û êrîşên li ser çapemeniya Kurd hatin şermezarkirin.
Meclîsa Gel a Kurd a Îskoçya, PYD, FEDA û endamên Yekîtiya Malbatên Koçber ên Edîngbûrgê û dikandarên li derdor jî piştgirî dan çalakiya protestoyê.
Di çalakiyê de tim dirûşmên “Kujer Erdogan, dawî li qirkirina Kurdan bîne”, “Zext nikarin me bişkîne” û “Dest nede vîna min” hatin qîrkirin. Çalakî bi banga bilindkirina berxwedanê bi dawî bû.