Li Iraqê xwepêşandanên dijî hikumetê

Li Iraqê xwepêşandanên dijî hikumetê

Li Iraqê roja Înê bi hezaran kes li dijî polîtîkayên Serokwezîr Nûrî El Malikî hatin gel hev. Beriya du hefteyane bertekên li dijî hikumetê li kolana têne ziman.

20’ê Kanûnê neh zêrevanên Wezîrê Aborî û endamê bloka Sunnî ya “Irakiye” Rifaa El Îsawî bi sûcdarkirina “terorîzmê” hatin girtin. Îsawî ev saleke ji aliyê dijberên wî ve ji ber sedema hewil dide rayeyê bixe bindestê xwe tê sûcdar kirin.

Piştî girtinan roja Înê li Bexdayê li baxçeya Mizgefta Ebû Hanîfe ya li taxa Azamiye ku piraniya wan Sunî ne xwepêşandanek hate kirin. Hêzên ewlekariyê destûr nedan ku çalakvan bikevin kolanan.

Çalakvana bi dowîzên hilgirtine xwestin girtî serbest bêne berdan, li girtîgehan rêz bidin mafê mirovan û her wiha zagonên antî-teror yên “civaka Sunî hedef digirin” bên rakirin.

Serokê Şiiyên radîkal Muktada Sadr jî piştgirî da çalakiyên protestoyî. Sadr rexmî ku yek ji pênc wezîrane, Malikî hişk rexne dike. Li dijî Malikî li herêmên Selahedîn, Diyala, Kerkûk û Nînova jî xwepêşandan hatin kirin.

Çalakvanên li eyaleta Anbarê 12 roje rêya ku Bexdayê bi Urdun û Sûriyeyê ve girê dide dagir dikin. Çalakvana bi pankarta li gel wêneyê Malikî vekirî nivîsîne “derewker, sekter, diz û sextekar.”